xwa desturêkî dadî danawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  636 Dîtin
xwa desturêkî dadî danawe
ewî ke kuştî, ewîş kujrawe
gewreyî xoşe, xwa bîda be pyaw
bełam nek le piř hatbête naw!
çunku le piřê ke bû be kuřê
zû bayî ebê, kełkî ebřê
ew bayî bûneyş, her xwastî xwaye
«îynّe alْ’îynْسەانە leyetْẍey» waye
ẍurûr bû, «ḧusnî ze’îmî» fewtand
bayî bû, diłî zor kesî řencand
bełam ew xwênî kesî way neřişt
hêcgar «muḧsîn»yan be nařewa kuşt
em kare likî lê ebêtewe
herwa be asan nabřêtewe
hewîrî fîtne zor aw ekêşê
dujminî nawxo řeg derdekêşê
ke «ehlî selîb» hatne felestîn
îngilîz û feřeng, lêk kewtine qîn
bo «selaḧedîn» firset peyda bû
egîne dunyay lê xiroşa bû
xwa le gerdişî ’eskir û feqê
bimanparêzê û bomba neteqê