karî bo nakirê destî bê pence

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  879 Dîtin
karî bo nakirê destî bê pence
małdarê bê dost, be xem û řence
qałb û qyafet çi dadêk eda
seyr ke welekêk ḧuştir yix eda
le ser îşêk bî û diłêk bişkênî
lêt estênnewe doş da’emênî
ke beramberî dujminit nûstî
be hîwa mebe ke saẍ hełdestî
ew xewet xoşe ke bê dujmin bî
nek le tirsana le kun û qujbin bî
ke to be xeyał zor berz bifřî
ke kewtî peto nabey emrî
herçend be çing û gurc û çalak bî
nabê le mekirî felek bêbak bî
çarî guzeran berçawtêrîye
dost peyda kirdin, be çawdêrîye
ewey ke etbê û lêy edey be xełk
le her dû dunya bot ebê be kełk
ewî xoy eyxiwaw her be tenyaye
le bîn egîrê, çawî le dwaye
xo herçonê bê her ebřêtewe
kewate, wabke, bête řêtewe