gwê le pîran û bapîran bigirin

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  680 Dîtin
gwê le pîran û bapîran bigirin
le her xesarê pendê wergirin
destê netwanî be zor bîbřî
ebê maçî key, be çaw bîsřî
eger «tenasux» esłî bibwaye
bihatnayewe ser em dinyaye
eşya zererman le herçî dîbû
boy neçûynaye, herwa zûbezû
bełam benyadem hênde lasare
gwê nadate em tecrube û kare
xo nexwazeła, êmey xoş baweř
ke bo gewrekan bûyn be bareber
çonman lê xuřn ew řêye egrîn
dwayî her xoman bo xoman egrîn
xo edeyn be kuşt giştiman berewdiwa
ełên: be derdî xoy mird, ba biřwa
be xencer çûyne ser supay dujmin
pêyan egutîn: «be komeł bimirin»
leweyş řizgar bûyn, dîsan nesrewtîn
le caran zortir, ředûyan kewtîn
wa «biřûxê»yişman taqî kirdewe
bes bê îtir em pîşe û kirdewe