fend û fêłêkî way heye şeytan

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  730 Dîtin
fend û fêłêkî way heye şeytan
le ketin û petnî tênaga însan
«çoleke»yêkî şwanxełetêne
exate pêş şwan, ha bigre û bêne
wa le berdemya «quney» bo eka
ha lêre û lewê, gałtey pê deka
destî bo deba ew hełnafřê
be qune nextê, lêy tê’epeřê
bew řenge heta dûryexatewe
«řanî» le bîr û hoş ebatewe
lew lawe gurgîş wa le kemînda
bo hel degeřê, le serzemînda
ke zanî wa şwan řanî lê gum bû
pelamarî da, le mêgel berbû
meř ebařênê û gurg eyfiřênê
şeytan pîşey xoy wa be cê dênê
şwanê ke řanî pê sipêrdirawe
şerte şwanîşî xo pê dirawe
bo parwê goştî çolekey hejar
řan be cê dêłê bo gurgî xwênxiwar
karbedestêke ke bo qiroşê
be tefrey şeytan mîllet defroşê