herçî beşere û gyanî lebere

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  616 Dîtin
herçî beşere û gyanî lebere
leser sefere û řêgey lebere
seyrîş emeye ke hate cîhan
řût û qût û kiz bê aw û bê nan
ke dêt hîç legeł xoya nayênê
ke eşřiwa nayba lêy cê emênê
îtir lew řojey fam ekatewe
eçewsêtewe, be nehatewe
hemûyşî derdî dîzeřeşyetî
ta demrê hewłî xwardin beşyetî
çunku birsêtî çarî nekirawe
ke hîçî nexward hêzî nemawe
berg û pêław û heway nefsanî
neyşbê çarêkî heye etwanî
bełam nexwardin bo kes nelwawe
awêke řojî ezel řijawe
emendey heye qena’etkarî
wasîteyêke bo sebebkarî
ewîş yegane çarey be dîne
aynî îslam bo nefis perjîne
exlaqîş be dîn dête řêy çake
daxekem lêłe ew awe pake