ewaney ke wa xoyan nasîwe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  631 Dîtin
ewaney ke wa xoyan nasîwe
«îdeman»yan dîwe lem dîwe û dîwe
karêk bizanin pê yan nakirê
naygirne esto, gerçî be kirê
hî wayş ebînim ke tê hełçoye
pelamar eda be denke coye
ke kewte ser îş ewsa ezanê
ew barey girtye esto naytiwanê
bełam faydey çî meşke diřawe?
katêkî zanî dokey řijawe
boye pêşînan wayan danawe
nasînî řeş û sipî be awe
êsta dewrêke dû çişt bekare
bo xo çespandin, řecaye û pare
ba lêreyş nebê em fiř û fêłe
le serçawewe aweke lêłe!!
le «gunye»da pêy lawan ebestin
pêşyan ełên: «dey» řaken mewestin
ax pyawî xoyan bo îş nedenard!
bo îş her pyawî xoyan hełdebjard
«surye û ze’îm» karyan tewawe
çarey îsłaḧyan be swênd danawe