hemû karêkit be endaze bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  661 Dîtin
hemû karêkit be endaze bê
cizdanî xułqit be şîraze bê
zorit çing kewê û kemî bibexşî
çawyan ledwaye dwayî elexşî
kemit bê û bîdey zor qerizdar ebî
ke qerizdarîş bî şermezar ebî
xot bednaw meke be birdey barî
lay xiwayş bermede be sitemkarî
sed çaket bibê eřwa be baye
birînêkî dił sařêjî naye
heta etwanî lade le dîwan
dêwane nebî wek dîwan dîwan
hîçkes be me’aş dewłemend nabê
sa meger gurdî bertîlî tya bê
bertîlîş mayey giř û pifêke
encamî herdû dinyay tifêke
nan û doyek û diłêkî řeḧet
nek tirs û xemî padşay ser text
çunku herdûla řêyan ew laye
hîç nabey legeł xot lem dunyaye
em wateyeman naçespête dił
awate xwazî ebeyne jêr gił