şewgarî payz ne’eçuwe ser

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  720 Dîtin
şewgarî payz ne’eçuwe ser
řoj ne’ebuwewe, meger be «poker»
řûnakî kem û tarîkî zor bû
destey... destî piř zor bû
... «sendełqu» hełyepeřandin
«tege û beran»y lîkye peřandin
řimeřim «řim»yan eda le sera
wextebû sera, biřmî besera
«bilwêrî şeytan» kewtibwe meqam
«sê pêyî» řeqsîn pêy sê qaymqam!
takû «pełe»y da pelî dîwanî
pelî dêwaney pel kird řay hanî
newroz şew û řoj bû be misawî
nûrî řoj lay bird, misay misawî
baranî nîsan, řeḧmetî řeḧman
nuqtey zeḧmetî kiřand le serman
îtir ḧefleye û şadî û îstî’raz
berxî «ḧemelyan» serbiřî serbaz
serokî na’îb ser serew kêş hat
hatmane be xêr, be ser seran hat
mawetewe ser tenha awatê
bawe guř guřîş kuřêkman batê