ta gwêt giran bê barî xem sûke

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  674 Dîtin
ta gwêt giran bê barî xem sûke
çaw le lûs ekey qînit le tûke
pîrêjnî çerx be nûkenûke
hezar mêrdî naşt hêşta her bûke
hezarî sware û ême eyxiwazîn
bew řengeyş hêşta awatexwazîn
ewey bo jinî bedxû bexeme
nawyan lênawe be «mame ḧeme»
eger xwa emey wa danenaye
eşya hîç kesî têda nemaye
xwa şeytanêkî bo dirust kirdîn
wird û diriştî le xişte birdîn
ew ke bawkimanî wa hełfirîwand
lew şwêne xoşey be fêł derpeřand
ême le bawkiman dyare zyatir nîn
ew pêẍember bû, xo ême omîn
meger keremî xwaman le ser bê
ke tefrey şeytan wa be xeter bê
egîne ke ew le řêman lada
hîway lay xwaman eda be bada
em bedkirdarî û yektir kuştine
fîtî şeytane, kewa dujmine