xwa her pyawêkî ke wa narduwe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  597 Dîtin
xwa her pyawêkî ke wa narduwe
îşêkî gelî pê siparduwe
hendê bo ewey řêy çak binwênin
le zordar tołey hejar bistênin
hendêkîş nawyan pêẍember buwe
fermûdey xwayan bo řehber buwe
be zubanî lûs we’zyan dadawe
her qise buwe, bawyan nemawe
ke zanîwyane qwetyan nîye
witûyane em diroye çîye?
hendêkyan kuştûn, hendê hełatûn
be asmana, be tirs serkewtûn
ta ayey «قیتەال» nehate xwarê
pêẍemberîş xoy ekutaye ẍarê
dwayî be şîrî «’umer» û «’elî»
hatîne ser řê, pêy bwîn be «welî»
êsta ew şîre jengî hînawe
tîjî û biřiştî konî nemawe
herçîş hełdesê le ebnay zeman
îslamyetî kirduwe be qełẍan
xwaye! dyanet zor kize lêre
miḧemedêkî mehdî binêre