xizmîne diřden.... dahat

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  634 Dîtin
xizmîne diřden.... dahat
îtir ebête dewrî misawat
kuřukał bewe kewtûne sema
ke gwaye bawî dewłemend nema
ewî dewłemend koy ekatewe
ebê beş kirê be cematewe
şewî yekşemmûyş ewî řebene
bê tirs eçête lay dest be xene
nazanin beşer mayey be şeře
siruştî esłî teşqełe û geře
le ademewe dû biray hawpişt
le ser heway nefis ewyan ewî kuşt
xo birakanî yusfîş herwa
têkřa le neslî pêẍemberî xwa
le naw xoyana kewtine tedbîr
ew firîşteyan hawîşte naw bîr
êsta em nesley ke le ezelda
hatûnexwarê be şeř û hełda
bê tirsî dar û cezay ḧikûmet
çon dadenîşin be ’ar û ḧurmet?
her xwa nasîwnî û şer’î pêẍember
ke xistûnye jêr emrî «ewwilîy alْئەەمْr»