xwa şew û řojî danawe boman

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  864 Dîtin
xwa şew û řojî danawe boman
lewḧey ’îbretin bo ehlî cîhan
carê le pêşda dersin bo jyan
ye’nî ke taser namênê însan
duwem tarîkî û řûnakîş waye
ke xoşî û tałî wa dwabedwaye
dway tarîkî şew řoj ke dêtewe
boye ke qedrî bigîrêtewe
eger hemîşe her řoj dyar bê
way lê dê îtir xełk lêy bêzar bê
xo eger ta ser tarîkeşew bê
ewsaye ebê pêşeman xew bê
kewate xwa xoy başî danawe
endazey řoj û şewman tewawe
ew bo nustin û řoj bo îş û kar
êsta şew buwe be řoj, bo qumar
lay xudapêdaw be şew bêdarî
lewla pê le daw be dway yarî
herdûlayêkîş le layan xoşe
bełam qumarker madeyan boşe
hendê řeḧmanî, hendê şeytanî
şeytan xoy têkewt, dwayî nehanî