yadî řabûrdû çende diłgîre

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  589 Dîtin
yadî řabûrdû çende diłgîre
ẍem û şadîyşî wek yek le bîre
le zîndana bûm ke bimxinkênin
eyanwîst gyanim le leş derbênin
êsta carbecar dêtewe bîrim
be yadêkî xoş hełî ebjêrim
çend carîş kewa le seray şada
simêłim bada be diłî şada
êsta herdûkyan wek yek dêne yad
emete ḧałî dinyay bê binyad
herçî ebînî wa le pêş çawe
ke gûm bû, xewe, xeyałî xawe
eger encamî eme bizanî
xut hîlak nakey bo dinyay fanî
ke xoşî û tałî herwa nemênê
îtir çît dawe le emřo û dwênê?
le tenganeda hîway xoşît bê
ba bewe le xem feramoşît bê
xo eger bêt û qena’etkar bî
řeza be qezay perwerdigar bî
le melîk xoştir radebwêrî
dinya hî toye ke berçaw têrî