wa çileman çû, şukur nemirdîn

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  647 Dîtin
wa çileman çû, şukur nemirdîn
xwa le dest «şewe» řizgarî kirdîn
înca mayewe hîmetî pîran
cinoke nemanhawête bîran
cinoke destî xoy lê weşandîn
gelê nazdarî legeł terandîn
emca dway şêtî norey jîrîye
xełk le naw xoyda řa û tedbîrîye
bełê kes le piř nabê be kuřê
ta pê ega sed kifin edřê
êmeyş wa çend car tecrubeman dî
ewey etirsayn lêman hate dî
ba îtir norey huşyarîman bê
bes herzekarî û bê’arîman bî
norey xwêndin bê, ke her be xwêndin
řizgarîman dê le fêłî dujmin
şertî ewełman řêkî nawxoye
nařêk bîn nabîn be hîç, diroye
hemûman dizî gakey xomanîn
casûsî yekîn, heta etwanîn
kê lewlawe hat «jurnałman» lêda
bînûsê herçî eřwa be řêda