her kes ebînî hewłî xoyetî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  643 Dîtin
her kes ebînî hewłî xoyetî
bo gîrfanî xoy çiłuçoyetî
em neře neře û em sere û sere
«marîqe» dirozney nîştiman perwere
eger her «melê» hencîr xor ebû
hencîr be kałî ebřayewe zû
ewaney ke wa serkewtin tewaw
be fîdakarîy lawan hatne naw
nawî «şûtyeke» eken be sindan
twêkłî ehawne berpêy lawekan
«diřk» le pałûy êstirî tuř enê
swarekey biglê ewîş pêbkenê
«lîsî kwêrî»ye kewtote nawman
herwa ekewê le ser û çawman
bo hemû karêk ẍaye pêwîste
pyawî bê meslek her nengewîste
ewî exwênê û eyhênête kar
elektirîke bo řûnakîy şar
hendêkî wayş hen çirawekujênin
kełekî «mîrî sûr» eřûxênin
ewane ebê «eşkêł» bikirên
ya le naw gela dûrewe xirên