baran ke barî xak eşwatewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  662 Dîtin
baran ke barî xak eşwatewe
zibił û pişqiłî pak ekatewe
be hawîn zemîn kelley germ ebê
be pełê pełey baran nerim ebê
be kelle řeqî hîç naçête ser
be nermî zewî û derixt dête ber
be zistan mar û dûpişk neçne kun
serma demaryan derdênê le bin
«bê wire» tirsî ke hat be sera
kunemişkî lê ebê be sera
hendê hemîşe ełê: sermame
bin kilkî kerî le la ḧemame!
serma neçêjît agirt nawê
zistanan eçne ber xoretawê
ta sardî û germî cîhan neçêjî
herçît hate pêş xamî eyřêjî
be zilley zeman ke gwêt neziringî
«temê xwardû» nît pêt nałên: ziringî
be xêr û bêre ewey ke fêre
bizin be bêre û gacût be gêre
mam řêwîş xwardî şîrî pîrêjin
kilke qułêyan biřîbû le bin