řêy dił û zuban hêcgar gořawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  625 Dîtin
řêy dił û zuban hêcgar gořawe
aşnayetîyan lela nemawe
ewyan bû be qîr ewî tir wek sîr
xizmayetîyan nayetewe bîr
dił ’ehd û wefay lela nemawe
zuban bo diro teř û parawe
eme syaset way beser hênan
dyanetyan naşt le «girdî seywan»
egîne şertê ayîn eyewê
dił û zubanman be cût yek kewê
herçî zubanî eyłê be dił bê
nek lelay xuda û bende xecił bê
musułman legeł yek ham ḧał ebû
yekêkyan be ser «de»da zał ebû
êsta ke legeł yek diro eken
ḧewtyan bo cuwêk ser firo eken
em tecrubeye hî hezar sałe
nesret be dîne, newek be małe
syaset bazî le ême naye
sedhezar çałî nedîdey tyaye
dînî îslam bû êmey le ser bûyn
bewe na’îlî fetiḧ û zefer bûyn