mindał ke şîrî bê’ar emjê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  964 Dîtin
mindał ke şîrî bê’ar emjê
pêşîn zubanî be cinêw epjê
ewî mindałî eda be dayen
terbyey nabê ebê be xayen
çunku tebî’et le xoyda dize
dayen le řastî terbye kize
şîrî gamêşt dabê be cwanû
legeł geyye aw tya egewzê zû
ser be wiłaxî řesen bispêre
le pêşda řesen pesend bû lêre
êsta kê řesen dênête kaye
serû le pêşew bizmar be gaye
kifir eḧmed dû’ay le ga kird bû
qezay ga le ker kewt, ew mird bû
«pas» û «lorî» û «tanẍ» kewtûne řûy kar
hêşta ker û ga ekêşne jêr bar
kunde û meşkeman hêşta la mawe
meşke bo doye, kunde bo awe
eyan gut: şeytan be kuř pêkenê
«sin rişd»ye ke pêy tê enê
şeytan be kuřan weha pêkenî
ke dayk û bawik kewtine şîwenî