hendê ’adetî konî êre bû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  587 Dîtin
hendê ’adetî konî êre bû
ke be xorayî xełk têk ber ebû
carê le pêşda be şeře geřek
destyan le yektir edaye kutek
şwênyan cwê bwaye zawa û xezûrî
nedekira be lay małya řabûrî
hemû êwaran lew qeraẍ şare
etbînî têkřa wa şeředare
carê mindałan dayan emezrand
înca gewreyan têwe e’ałand
kem mindałman bû serî neşkabê
kem şeř bû xwênî tya neřjabê
hîçkes ney egut: eme bo çîye?
hemû eyan gut: şeř azayye!
be şew eçûne ḧemam kuřukał
le piř ebuwe şeře peştemał
xom ke yekêk bûm lew şeřkerane
êstayş nazanim çî bû emane?
ax xozge eme ẍayey tya ebû
bimzanyaye řê bo kwê eçû?
ewsa bem pîrîye şwênyan ekewtim
bîşkujramaye lewla esrewtim