ew řojey cîhan tertîb dirawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  716 Dîtin
ew řojey cîhan tertîb dirawe
însan le nîsyan dirust kirawe
eger mirdinman le bîr bwaye
kê wa ekewte dûy em dinyaye
egîne ewa le pêş çawmane
emanbene em girdî seywane
be řût û qûtî û be şeş gez kifin
emanxene naw gořêkî bê bin
ewî ke ême boy be custucoyn
be ḧesretyeweyn têrî lê naxoyn
ya be mêrdêkî tirî jin ebřê
ya mîratîye û şeřî bo ekirê
eger emane bênîne berçaw
bem kwêrewerye nakewîne daw
xo hêcgar ewlad ke cergî pyawe
xwa be dujmin û fîtney danawe
ta bot pê ega be kulemergî
to teqelate bo nan û bergî
hay emřo şeř û geřî kirduwe
ya be zor małî xełkî birduwe
eger le pêşa emet ezanî
ne dinyat ewîst ne jinit dehanî