caran her şarê bîna enra

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  604 Dîtin
caran her şarê bîna enra
qełayekî bo dirust ekira
ke dujmin zorî bo bihênaye
xoy ekutaye naw ew qelaye
ewsa topî wa peyda nebûbû
biłêy qelake eřûxênê zû
ta em dwayîye ke wa ełeman
topêkî wehay hawîşte cîhan
qelay «lî yijî» bew tope lêj kird
bêljîk û parsî be carê gêj kird
çałî le řêgey hawsêda hełkend
keçî xoy têkewt xwa tołey lê send
dway top û bombay bo mergî gyandar
zîřey qunbeley zeřře kewte kar
yaxwa ehlî fen hemû be pend bin
xoşî nebînin gîrodey bend bin
legeł çakeda řoḧtan dujmine
huner û fentan bo pyaw kuştine
lebatî top û qunbele û bomba
ḧebê dirust ken birsyetî laba
bo xwardine xełk wa hawar deka
her birsyetîye ke pyaw har deka