mayey sirûştî kiç her bo şuwe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  654 Dîtin
mayey sirûştî kiç her bo şuwe
nêr û mê yek kewt agir û pûşuwe
le ademewe herwa hatuwe
gyanleber be cût pêy řahatuwe
emey kiç û kuř yekyan xoş ewê
siřêkî xwayî tya derdekewê
em cût girtine bo neteweye
neteweyş bo bawik be erk û weye
xwa şefeqetî nedaye be pyaw
bem erke ewlad çon ehate naw
herçend kes řołey bekarî nîye
azarî heye bêzarî nîye
xwa xoy fermûye ewlad ’eduwe
xo êsta hêcgar le řê derçuwe
ewî heyetî wa lêy bêzare
ewî nîyetî boy deẍezare
řojê sindûqê le mezata bû
dełał bew xełkey egût řûbeřû
herçî bîkřê wa peşîmane
ewîş neykiřê xefetî gyane
lem mu’emmaye mebest ewlade
bawkî em ’esre řencî be bade