xozge pêstêkî estûrim ebû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  658 Dîtin
xozge pêstêkî estûrim ebû
la estûrekem exsite ser řû
ke be hîç terîq nebûmayewe
ekewtime kayey em dinyayewe
pêkewe dinya û dînarim ebû
be dewłemendî nawim der’eçû
ke dewłemend bim kesîşim newê
xełk le xoyewe şwênim ekewê
le hemû şwênêk newek lem şare
dînar be me’na dinya û dîn are
şay şa’îranman wek mu deqîqe
hênde ẍedrî dî be sîl û dîqe
hendê namûsyan ewê be latî
ḧełałxorîye û kem desełatî
luẍet be namûs ełê mêşûle
qedrî em dewre be pare û pûle
xełk le me’arîf boye řa eka
xwêndewar bêkar berd be ba eka
encamî xwêndin me’mûrîyete
cêga nemawe te’îyn zeḧmete
xo kesîş eme lêk nadatewe
to le çît, biřo be řêgatewe