xwa xoy eyzanê zuban nawestê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  888 Dîtin
xwa xoy eyzanê zuban nawestê
hênay ḧepsî kird hawîştye bestê
le pûk û le dan kirdye dû dîwar
dû lêw be serya dîwar bû be çwar
bem çwar dîwareş hêşta bend nabê
ebê lewewe gerdiş berpa bê
metełî kurdî bo řêk xirawe
be gurgêkî har nawî birawe
em lay dîware ewlayşî dîwar
ḧepsixaneye bo gurgêkî har
legeł eweyşa katê derfet bê
nayełê serî xêwî řeḧet bê
xo eger bête ser barî çake
le hemû ’uzwî bedenda take
ewe le ḧeywan cwêy kirdûynewe
goy îmtyazî bo birdûynewe
ew nutqey kewa edrê be zuban
pyaw pêy ebête pesendî cîhan
legeł eweyşda kem witin çake
ewî zubanî xoy girt bêbake
her dadî xwaye û xwastî kirdigar
zuban be çake bithênête kar