hendê tebî’et ke ełên: dize
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
887 Dîtin
hendê tebî’et ke ełên: dize
le wergirtinî pîşey çak kize
ebînî şwênê meclîs gîrawe
şî’ir û adabî edeb le nawe
natwanê satê lewê bwestê
her bawêşk eda heta hełdestê
eçê bo şwênê qumarî lê bê
tê hełdequtê herçend bê cê bê
le êwarewe heta nîweşew
le yarî daye bê wiçan û xew
xo eger hatû řûy kirde dořan
boy da’enîşê ta berî beyan
qumarî kafir emende xoşe
areq û jin û małî la boşe
xwardin û kirdin pyaw lêy têr ebê
têrî lê naxwa ewî fêr ebê
ke eydořênê û parey namênê
be swênd û tełaq wazî lê dênê
her emendeye ta parey çing kewt
mare be caşe tełaqî ke kewt
[qumarçî] û qumar dû biran hawpişt
katêkit zanî xoyan da be kuşt