şîr ke yek řuwe aletî şeře

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  766 Dîtin
şîr ke yek řuwe aletî şeře
şane dûřuwe wa leser sere
nałên ke şîre tołe esênê
her jin be şane serî dadênê
ta şîrit ebřê şêrane heste
nawî pyawetît bimênê beste
bełam pyawetît bo gel wirya bê
newek bo şerî nawxo aza bê
caran ke neyan ehêşt bixiwênîn
azabîn řegî yektir derbênîn
çunku xwêndewar lêk edatewe
aşûb naxate naw wiłatewe
êste mekteb bû be aweřeşe
her tełebeye wa be gerdişe
le naw ’alema bûyn be dastan
xwa biman xate ser řêy řastan
ew kesey ke wa kewte ser řêy çewt
katêkit zanî heł’engût û kewt
to pał binêyt û xesimit nekewê
ewsaye kewtin ber to ekewê