ełên tengane xoşî ledwaye
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1107 Dîtin
ełên tengane xoşî ledwaye
baweřim waye fermudey xudaye
bełam sebrî xwa ełên çil sałe
min mangê najîm bem ḧałe tałe
xo min be tenya daxî xom nîye
nazanim xwastî xwayî be çîye
becarê barî negbetman bo hat
germa û giranî řûy kirde wiłat
cûleke caran hamanyan ekuşt
êsta le ’ereb berdyan girte mişt
sa xuday ’ereb to bîtu qurban
wabke bibête cûleke qiřan
carê cařyan da beraz bikujrê
kê gwêçkey hêna pare wergirê
xozge carêkîş bo cû edra
le naw êmeda towyan ebřa
hîç baweř meken zemane wa bê
sûy tełe řêşyan le bîr nemabê
ewî ke be cû ekira le pêşa
pyawî be wîcdan cergî de êşa
çerxî feleke ke swarî debîn
ga le ser, gahê le xwarî debîn