karşinas geřa le şwênî dana
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
750 Dîtin
karşinas geřa le şwênî dana
le şwênî nezan hat danay dana
ḧîkmetî «e’tî alquse barîha»
le gelê kara derkewt dyarî da
ew demey pyawyan le dar etaşî
îşyan ne’eda be pyawî naşî
dartaşê le naw karwanêka bû
bo sen’etî xoy bo ladê eçû
cerde hat le řê karwanî řût kird
le xwanetirsê teşwêy ewî bird
pyawêkî tirîş sed lîrey birya
ew bakî nebû dartaş egrya
wityan ew xełke ke řût kirawe
sed ewendey to małî birawe
ewan nagrîn to şînit çîye
witî derdî min bo teşwê nîye
nazanin bîsûn demeswêy eken
abřûy sen’et û westayî eben
sed carman nûsî kes gwêy nedaye
her kes pyawî xoy dênête kaye
pyaw bo îş nîye her îş bo pyawe
karî dîwanî wek xum şêwawe