’îlmî qyafet çiştêkî xase

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  595 Dîtin
’îlmî qyafet çiştêkî xase
ewî bîzanê merdûm şunase
ke pyawî nasî zû lêy nagořê
be kose kose naynête gořê
heye řeng pyawe û cûte weşêne
her be demax xoy le xełk xişêne
heye be parû destit egezê
wa hełdebezê be berzîy gezê
ewî nasînî lemane dûre
ke dûr bê qoçî nabê, řeng sûre
îmsał zor leber bê awî tirsayn
wa gelawêj kewt carê xelesayn
bîst û ḧewt karêz wa le şaraye
tenha belû’ey řût le karaye
eger ewane pak bikirênewe
wek carî caran wa bijyênewe
ebin be awî kełega fiřên
le hemû małê ḧewzî quletên
caran ke awî belû’e nebû
xełk be awî şar beřêwe eçû
êsta boç waman lê hat tênagem
carê ba biçim pirs kem lay kakem