kufreḧmed şeřye leser ker û ga

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  689 Dîtin
kufreḧmed şeřye leser ker û ga
le kirdewey xwa hîç kes tê naga
kê be ’eqłî xoy nanî xwarduwe?
dana key xoşî řabwarduwe?
«harun alirşîd» mîsrî bo gîra
çiştêkî seyrî hatbû be bîra
witî: fîr’ewn çon daway xwayî bû
tenha bem mułkî mîsre bayî bû
lew qîne mîsrî be «xizîb» sipard
yekê bû bo naw gagelyan enard
sałê ber «nîl»yan kird bu be pemû
nîl geřayewe xesar bû hemû
hawaryan bo bird destey zerermend
witî: xurîtan boçî lê neçend?
êsta hełkirdî cîhanî dwane
yekêkyan xeme, yekêkyan nane
huşyar ẍembare, bê’ar paredar
to merwanere ’eqił û îxtyar
min boye «eḧey caw»m xoş ewê
kelley hênd řeqe be hîç nanewê
ke kewtîte řê barman zor sûke
mał û dewłetman le la mehtûke