hetaw bê û baran ewe gurg ezê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
876 Dîtin
hetaw bê û baran ewe gurg ezê
behare û geray nawe masîy zê
pişîleş ḧewt mał bêçûy egêřê
ke çawî pişkût gobend egêřê
dway ewe řawemişkiman bo eka
bełam xoy nagrê le řastî sega
herçend seg le naw mała giławe
zor carîş wefay lê bînrawe
em seg û gurg û pişîle û mişke
em zerdewałe û mar û dûpşike
kes nazanê xwa boçî xełk kirdûn
biłêyn hêndêkyan mêmłî mirdûn
xo hîçyan legeł yektir hełnaken
zor pyawî sipłe dujminî çaken
eme xûyêke xwa boy danawin
be qestî be gij yeka kirawin
mebest emete ke wabzanî
aştî tya nîye cîhanî fanî
kê le geł kê da be řastî doste
em řawe řêwye hemûy bo poste
legeł eweyşda ezanîn waye
dînman da’enêyn bo em dinyaye