tałî û şîrînî lêk cwên em dwane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  740 Dîtin
tałî û şîrînî lêk cwên em dwane
yekê bo deme, yekê bo gyane
ewey bo deme be çaw eybînî
ke çêştit dyare tałî û şîrînî
bełam ewaney ke wa nabînrê
cwabî naxoşe le dem ebîstirê
esił eweye ke řoḧ tał eka
be azarî gyan pyaw bedḧał eka
egîne ewey kewa eyçêjî
tifî keyewe tał bê eyřêjî
birînî nêze derman ekirê
birînî zuban cergit ebřê
cwênî bêgane kemtir kar eka
twancî dost dił birîndar eka
kewate diłî dost meřencêne
zanît tûře bû wazî lê bêne
dost ke diłsoz bê ew waz nayênê
dostit eweye ke etgiryênê
bełam hemû çişt be endazeye
dewran dewrane dewrî tazeye
êsta hîç kesê gwê le kes naka
tenanet ferzend le bab bêbake