eme pendêkî baw û bapîre

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  766 Dîtin
eme pendêkî baw û bapîre
ke ełên xakî weten diłgîre
bełam hendêkî tir witûyane
em wateyeşim le la zor cwane
ew şwêne xoşe ke dił lêy xoşe
dił teng bê baxî «îrem»yiş boşe
ke wabê xoşîy cîhan bo diłe
zewqî řoḧîşt be dił ḧasłe
hendê kes diłî wa be parewe
eçřûsêtewe boy le parewe
diłî hênd piře le derdî pare
le yadî qewm û qîley bêzare
’eşqî nîştiman lay efsaneye
bo çiray zerdî zeř perwaneye
hendêkîş hênde demaxyan berze
bo weten fîday řoḧyan la ferze
sertapay leşyan piřye le ẍîret
neřeşêrêkin aza û be hełmet
le merg natirsin ke hatne ser qîn
namirin le diłî mîlletda dejîn
mîlletêk řołey wa bekarî bê
hîç kes natwanê berengarî bê