řemezan nawî wesman sê laqe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  607 Dîtin
řemezan nawî wesman sê laqe
her de řoj laqî eşkê sê taqe
bîstem têpeřî dû pêy şikawe
laqî sêhemî sexte şikawe
herçend řojuwewan hêzî biřawe
qedir û sewabî kewtote dwawe
caran ke ebû be berecejnan
mindał be gałe ekewtine meydan
be ał û wała û bergî zerd û sûr
goranyan egût be saz û semtûr
êsta giranî way beser hênan
mindałman bê cil kewtûne giryan
sałêke ełên: kûtał edřê
cil û berg diřa diro dway biřê
ewî ke beşî xoy pê biřawe
ew bakî çîye mindał giryawe
bezmî ezmiř û serçinar bawe
quřbeserî bo me’aş xor mawe
nirxî xwardinman yek be pencaye
qumandey me’aş «birende saye»
kesîş nawêrê biłê boç waye
ełên: qîsmete û karî xudaye