her bargîrêkî be sersim fêr bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  678 Dîtin
her bargîrêkî be sersim fêr bê
pêy ełên yaxwa nałbendit kwêr bê
terbîye leser dayk û bawik ferze
ke terbîye bû kirdewe berze
xûy çak le xwêndin gelê pêştire
bedxûyî ’alim zor be êştire
ew xirapeyey xwêndewar eyka
ummî nayzanê derkî pê naka
eweyş bawkî çak terbîyey dabê
hîç baweř meke serderhewa bê
nazî řołey çak leser bawke
tîşkî terbîye wek çirawke
zorî wayş heye kewa esîle
keçî le řastî şeytan zelîle
şeytan her le dûy çakan degeřê
eyewê pyawçak le dîn wergeřê
egîne bo bed ew hewł nada
heye ke dersî îblîs da’eda
cilî řeş û bor ke çiłk heł’egrê
lekkeyê leser sipî ebînrê
kemtire tałîy tirozî û xeyar
hengiwîn û kałek ebne jarî mar