şax le peşîman eger biřwaye
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
997 Dîtin
şax le peşîman eger biřwaye
ebû bê şaxman zor kem bimaye
desełatdar bî û le xełk bibûrî
peşîman mebe lay xwa me’cûrî
çunku lêbûrdin şêwey xudaye
tołe hemîşe tirsî le dwaye
bełam wezîfe metłeb egořê
ḧakim boy nîye le kes biburê
bedî legeł çak çend naszaye
çakeyş derbarey pyawxirap waye
ew tifey řot kird meylêserewe
řêsê hełt kird meyřêserewe
be wişke îkiram mîwan têr nabê
baz çeşe nebê be řaw fêr nabê
bê minet bijî be gya û be gepłe
nan bide be seg meyde be sipłe
diz ke carêkit taqî kirdewe
meyxerewe ser kar û kirdewe
leber çirada dizî nakirê
kewtûyne dewrê çira edzirê
agirî giranî emansûtênê
awîşman nîye ta daymirkênê