dinya her řoje leser řengêke

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  712 Dîtin
dinya her řoje leser řengêke
bo bûk û zawa be ahengêke
benî îsra’îl eda be mûsa
mûsa le pêşa le fîr’ewn tirsa
dwayî xwa way kird benî îsra’îl
kewtine şwênî û fîr’ewn kewte nîl
’îsayş bew hemû mu’cîzeyewe
damabû be dest qewmekeyewe
ga kwêreke xwa û ga xway heykelan
xwa bo keyfî xoy hênanye meydan
dway hemuwan hîtler pêş ełman kewt
bextî yar nebû be «el’eman» kewt
înca bizanîn ber kê ekewê
awatexwazî dinyayn bo şewê
taray banqenot eda be serda
be lar û lence ke hat le derda
sermeşqanekey dîn û îmane
înca dujminî bira û xizmane
ême leser ew ke têk berdebîn
ew bewe dête keyf û pêkenîn
sed hezar milyon mêrdî mirduwe
bo hîçyan te’zêy danegirtuwe