herçî pêy dejîn le xorakî xoş
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
737 Dîtin
herçî pêy dejîn le xorakî xoş
le dway ’ewdałîn be hewł û peroş
her emendeye heta têr exoyn
le dway têrxiwardin destî lê eşoyn
ke zyadexorî le ḧed serkewê
ḧebî řewanî û ḧuqneman ewê
dway ewe îtir hênde zor naxwa
temê xwardiwe be parêz eřwa
bełam dewłet û pare heta bê
her dełê keme bom têke babê
mubtelay pare «îmtila» naka
ta be gořewşar edrê le xaka
pare bo pyawî xwapêdaw çake
ke lêy ebexşê be xêr û çake
dewłet eweye kewa le dwa xoy
nawêkî çake be cê dêłê boy
caran eyangut: lîre liẍawe
lêre efsûnî banqenewt bawe
lêfey banqenot ’eyb danapoşê
dana bo leşî pak tê ekoşê
emane pendî řêy însanîye
çî bikeyn meylî xelq be şeytanîye