ême kirdewey baw û bapîrman

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  671 Dîtin
ême kirdewey baw û bapîrman
şîrweşênîye û azayî û meydan
ełên: şîrî da le tewqî serî
daydiřî heta bendî kemerî
be pałewanî nawyan derdekird
herçî eybînî sucdey bo debird
kuştin azayî û řawwiřut huner
bem řenge zorî bo deçuwe ser
cerdeyî ẍezwe, cerîme ḧełał
têkira hawbeş bûn diz û xawend mał
sermaye û serwet řim û espê bû
le çiłka leşyan piř le espê bû
xizmettikarîyan be fexir ezanî
tałanyan bo lay aẍa ehanî
aẍayş le hîçe abřûy ebirdin
le tewîleda ḧepsî ekirdin
epařanewe lay xwa be şikat
eyangut xwaye çîman beser hat
dengî ẍeyb eygut hey wa lê kirawe
xotan yarîdey zordartan dawe
herçî ke piştî zordarê egrê
xwa zorî ewî be sera ebřê