yaran haware diz emfiroşê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  614 Dîtin
yaran haware diz emfiroşê
xom ełêm nêrim ew her emdoşê
kewtûyne dewrê dizîy hênd bawe
kesê pêy biłêy řaste, nemawe
mêwêkim heye tirêy payîze
ke xom naştûme û le lam azîze
herçî awbere serî tê deka
be bersîleyî koşî piř deka
wa witman awber bêzûy pê deka
pyawî małî boç peley lê deka?
herçî dête lam fêrî dizîye
ta ser baweřî manewey nîye
ełê: namênim ew bê be tirê
dway min ewî dêt gurdî lê egrê
bew xeyałewe natirsê le xwa
nawestê ḧełway bersîle bixiwa
dewrêke emřo herçî kewte kar
deste û da’îrey exate bazař
legeł ew gořa giştyan be carê
wek hermêy kirmê ekewne xwarê
hîway wezîfe lay kes nemawe
boye pêşdestî emende bawe