bîstûme řaste şexsêkî gewre
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
727 Dîtin
bîstûme řaste şexsêkî gewre
ke yeke pyawe emřo lem dewre
be tayebetî çepewaneye
bo kunî bertîl topewaneye
be çep enûsê û merc ebatewe
xerîke çerxî çep řast katewe
destî çep hêzî le řast zortire
çiştêkî tirî la pêwîstitre
ełên katê mar çuwe kunewe
ke kilkî dyar bû eydoznewe
ke be destî çep kilkî řakêşî
le dûy destit dê be nermî û xoşî
xo be destî řast tekanit daye
kilkî epçiřê û selkî dernaye
marî way tyaye partî em dewre
bê îcazeye be pêç û dewre
be řast û be çep kilkî nagîrê
be hêzî kilkî êsk têy nagîrê
wa kuře şêxêk kewte ew nawe
bawkî le mar û har netirsawe
hîwaman bewe ẍîret bikêşê
kełkî gel bigrê û zergêk řakêşê