bêtu bo karî cîhan têkoşî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  612 Dîtin
bêtu bo karî cîhan têkoşî
ebê biçye ser řêy feramoşî
egîne mirdin wa le pêş çawe
jyanî be tirs tamî nemawe
eger xwa nîsyan neda be însan
kê têdekoşê bo çwar řoj jyan
bełam kê herwa mergî le bîre
em dunyay dûne bewe řagîre
heye muḧtac û pîr û nexoşe
bew řengeyş hêşta manî la xoşe
heta lêwî goř dinyaman ewê
pêẍember fermûy kes tya nasrewê
legeł yekêk da emřo dûbedûn
çawtan le yeke legeł yek edûn
ke le yek biřan xewe ya xeyał
le piř aşewan ełê aş be tał
emane le bîr xot ebeytewe
be xeyał ’umirit nwê ekeytewe
heta pîr ebî zortir şêtgîrî
be dest nefsewe dîl û esîrî
be dest to nîye siruştit waye
bo beqay cîhan mebestî xwaye