zułfî perêşan bo yar pesende

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  839 Dîtin
zułfî perêşan bo yar pesende
dawî diłane û bo mil kemende
perêşanîyekey bextî kurdane
kes řanakêşê û xoy sergerdane
mwî zengî yekin le binyatewe
şaneyş natwanê lêkyan katewe
xozge wek tûkî quleřeş ebûyn
de’ałayne yek hîç têk nedeçûyn
şox û şengî yar be demî tenge
demî firawan bo cemał nenge
beş û nesîbî kurd demî yare
emende tenge dem be haware
asman milî danewanduwe
kurd dananewê boye manduwe
lêy geřê tuxwa ba her serberz bê
nenge bo gyanî be tirs û lerz bê
le řêy mîlletda mirdin merdîye
mirdin mirdine lîngefřê çîye
azade serî kewte kiłêşe
bêstûnî sitem ebřîn be têşe
bełam daxekem ême ferhadîn
be tefrey şîrîn wa řenc be badîn