xwa dwazde kelûy xiste asman

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  569 Dîtin
xwa dwazde kelûy xiste asman
ke řoj bewêda biřwa be asan
em dwazde kelwe ḧîsabî sałe
bew ḧîsabeye wa řoj ’ewdałe!
em bawexulê û bazbazênî ew
çawşarkêy řoj û xonwadnî şew
yaryekî çerxe «babî babî»ye
«’edede alsّyinîyne ûەالْحیسەاب»yiye
sûrey yunse ayey pêncemîn
«lîte’ْlemûne بەلەاغû alْmubîynu»
serî sał cêgey řoj kelûy berxe
eger etwanî řojêkî ber xe
herwek dwazde mang sałêkî nawe
be dwazde sałîş dewrêk tewawe
be ḧîsabî turkî sał naw nirawe
bo em sał nawî seg danrawe
gerdişî emsał le xûy segaye
biřwanîn kêman bo dête kaye
pêław wergêřn namerd seg lûre
hewrî sure û řûy le şarezure
řaste, xwa şeřî bo seg danawe
em nawe gerî dûr bê lem nawe