gwêm şil kirdibû çawim eyřiwanî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  577 Dîtin
gwêm şil kirdibû çawim eyřiwanî
bo deng û basî řazî dîwanî
her kes be řengê le cîhan edwa
eyangut řêkî û aştî dway şeř kwa
ełeman çawî le beşî zor bû
be zor bû, boye be şeřuşoř bû
swêndixiwaran hatin berhełsityan kird
be her řengê bû wa lenawyan bird
hemû berudwa eyangut beyn beyn
bo asayşî cîhan şeř dekeyn
wateyêkî cwan kewtibwe ser dem
çend hîwadar bûyn bo sîlmî ’alem
minîş car be car pêy pêdekenîm
emgut diroye bew hîwaye nîm
çunku ew řojey xwa dinyay dana
em nakokîyey dana le beyna
xwa ke ademî le beheşt derkird
fermûy dujmin bin be dirişt û wird
qabîl û habîl le seretawe
em kuştineyan xiste dunyawe
herwa řoyîwe herwehaş eřwa
be sîlmî ’alem çon bikem biřwa