ew kesey jînî kurdîm nanasê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  618 Dîtin
ew kesey jînî kurdîm nanasê
quřgî eguşim heta etasê
tenafî estom tunditir řakêşe
heta depçiřê be gêre û kêşe
gurîsî hênd tund řakêşa piçřa
kewt û tetełey simtî wergeřa
bełam ew simtî be şeq xarawe
pêstî estûre řeş hełgeřawe
nazanim bextî kurd boç wa řeşe
le mûçey řeş û sipî bê beşe
lîsî kwêrîman lê kewtote naw
kes naparêzê, eşkê ser û çaw
naçarîn êmeyş le řastî kwêran
bo parêzgarî dest beyne goçan
çawman lewebû ke kwêxay xêłê
seg derka û nûzey nazî neyêłê
keçî wa ḧol bû zeq zeq eyřiwanî
le çend û çûnî êmey nezanî
xwa yar bê ême eḧmedî swareyn
xawen «qedare» û saḧîb neqareyn
sa, mêm bo bênin biřwanin nêrim
ew nêre pîrem be mêçke fêrim