le piřê ke xoy be kuřê zanî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  806 Dîtin
le piřê ke xoy be kuřê zanî
têgeyşit hoşî çote mîwanî
xo xwa eytiwanî be «kunْ feyekûn»
bîxate ser yek baregay gerdûn
bo çawlêkerî heftey pê xayand
eme pendêke be êmey nwand
’eqłî tecrebe řaste ser naka
bê berawerde ke ser dernaka
herçî ke hełsaw kewte syaset
temaşa dekey bû be syaset
cûcełe serî le hêlke cûqa
twêkił kun deka le jêr dendûka
xwa wîstî cîhan biřjê beyekda
le pêşda selim û tûrî têk berda
ẍîretî mîllî emende pake
pyaw le kuştin û biřîn bêbake
kesim nedîwe wek kurd aza bê
le řêy meşrû’a hênd bê perwa bê
bełam ewaney ebne pêşewa
qumaşî gyanyan eken be kewa
eger řast eken xoyan têhełçin
nek ewan tûş ken sûkê boy derçin