zistanman řoyî norey sê şeşe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  840 Dîtin
zistanman řoyî norey sê şeşe
le beharîşda çerx be gerdişe
şeş řoj baran û şeşî tir baye
gwaye şeş řojî xoşî têdaye
nimûney çerxî dewran behare
hemîşe behar zore lem şare
ême beharman boye xoş ewê
řengî yekřengîy tya dernakewê
eger bizanîn piştî yek egrîn
boç têman řodên, êmeyş boç egrîn
eme nerîtî derebegîye
małman le baxî pure begîye
êstaş peycorî şeřegeřekim
pêm xoşe xoşey dar û kutekim
leşim be kutek wa řahatuwe
dyarî beheşte bo min hatuwe
nalî «wilî»ye řast bem witne
ke dełê tûtin xercî sûtne
le paş heşta sał ewa hate dî
par xêl bûyn xoman be dwane edî
le dway şîrînî tałî zor tałe
metirsin axrî xêre em ḧałe