ke nawî zor kes be xirape berî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  656 Dîtin
ke nawî zor kes be xirape berî
ewsa pêt ełên le ’alem berî
nexwazełła bo qewm û qîley xot
ebête tifî berew bayî bot
herçî netwanî bîłêy řûbeřû
meyłê, namerdît lê ebê be xû
ewey paşmile cwên be xełk eda
pêy ełên jine le jêr peçeda
xwa boye pyawî danawe nêr bê
dûřû, dûdeke herçende şêr bê
kolare sałê nêre û sałê mê
boye ḧurmetî nîye hîç demê
her şêre hełmet řûbeřû eba
biřwane ’alem nawî kû eba
biçore jêr barê ke pêt hełgîrê
parûy zil meke le bîn egîrê
endazey hêzî qurgit nenasî
řojê exnikêy be diřkî masî
êstir ke toř bû kewte leqe û gaz
barî qurs eken le deme û hewraz
wiłax barkêş bê û řêy lê neşêwê
xawendî menê coy bo depêwê