caran eyangut ’eşret haware

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  697 Dîtin
caran eyangut ’eşret haware
xoyan gurc ekird pyade û sware
řûyan ekirde mełbend be ser řew
westanyan nebû çi řoj û çi şew
têyan heł ekird wek biçne şayî
nawyan derçû bû kurd be azayî
êste dewłemend kełkî nemawe
destî be destey dînar bestirawe
pyaw dewłemend bû pekî ekewê
paredar gyanî xoy zor xoş dewê
zoryan kewtûne dewłet parêzî
ew azayîye buwe be ḧîzî
nazanin selem le lê qewmana
yek be hezare lelay qewmana
le tenganeda bo gel dînarê
zîw û ałtûnî le şwên ebarê
direm wergêřî bot ebê be merd
dînar ke zor bû lêt ebê be derd
emřo bo baran ferencîm beytê
sibeynê bo to ebê be beytê
ewsa netdamê û kewtye nikenk
boçîme le dway baran kepenk